Encûmenên parêzgehên Iraqê tên hilweşandin
Peyamnêrê K24 li Bexdayê ragihand, Parlemana Iraqê di civîna îro de Komîteyek ji bo sererastkirina Destûrê pêk anî, ku di dema çar mehan de karê sererastkirinê temam bike.
Amaje bi wê yekê kir, Parlemanê biryar da, ku encûmenên parêzgehên Iraqê ji bilî yên Herêma Kurdistanê bên hilweşandin û parêzgar dê karûbarên îdarî û darayî birêve bibin.
Herweha peyamnêrê me got, Parlemana Iraqê tevahiya deskeft û dermaleyên her sê serokatiyan jî hilweşand.
Derbarê Kerkûkê de jî, Parlemana Iraqê biryar daye, ku parlemanterên Kerkûkê çavdêriya karên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bikin.
