• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Kerkûkê hêzên Iraqî bi ser malên kurdan de girtin

Gulan Media October 28, 2019 Nûçe
Li Kerkûkê hêzên Iraqî bi ser malên kurdan de girtin
Komek serbaz û polîsên Iraqî li bajarê Kerkûkê bi ser taxeka kurdan de girtin û bi awayekî kirêt malên wan teftîş kirin!

Îro danê sibê komek serbaz û polîsên Iraqî bi ser malên kurdan yên taxa Penca Elî ya bajarê Kerkûkê de girtin û malên wan teftîş kirin.

Yek ji wan welatiyên ku mala wî hatibû teftîşkirin, bi navê Kameran Şekur ji BasNewsê re got, îro danê sibê hîn em ji xewê ranebibûn komek serbaz û polîsên Iraqî, bêyî ku li dergehê me bidin, bi ser dîwaran ketin mala me û mala me tefîş kirin.

Kameran Şekur her wiha got, bi rastî eftara wan kirêt bû. Em gelekî aciz bûn. Helbet ev cara yekemîn nîne ew wisa li me dikin.

Wî welatiyê kurd anî ziman, kengê kêfa wan bixwaze wisa li kurdan dikin û dixwazin bi vê yekê kurdan neçar bikin ji bajêr derkevin!

Basnews
Top