• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêzên Tirkiyê hewl didin Til Temirê kontrol bikin

Gulan Media October 28, 2019 Nûçe
Hêzên Tirkiyê hewl didin Til Temirê kontrol bikin
Her çiqasî dema agirbestê li Rojavayê Kurdistanê hatiye dirêjkirin jî, li hin navçe û gundan artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar êrîşî wan deveran dikin ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.

Herdu alî jî hevdu bi binpêkirina agirbestê tometbar dikin. Lê heya niha ti aliyekî navdewletî bala xwe nedaye ser binpêkirina agirbestê û hişyarî nedane ti aliyan.

Li gundê Erîşe ku dikeve navbera Til Temir û Serê Kaniyê hêzên HSDê hatine bicihkirin û li hember êrîça çekdaran çeper girtine. Li gundê Salihiyeyê jî ku dikeve tenişt gundê Erîşeyê, şerekî dijwar di navbera hêzên HSDê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de berdewam e.

Şervanekî biyanî yê HSDê jî dibêje, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar êrîşî wan dikin, ew jî neçar dibin ku bersiva êrîşan bidin.

Şervanê biyanî, Serhat Stîkon dibêje: “Em neçar bûn ji gundê Sewda vekişin, ji ber ku artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi wê ve ji nişkê ve êrîşî me kirin. Em paşde vekişiyan û hatin vî gundî, gundê li kêleka Salihiye. Niha şervan wî gundî diparêzin. Dema ku ez li wir bûm, rejîm hate wî gundî. Da ku alîkariya me bikin. Şevê din jî em her li benda rejîmê man, em li bendê man da ku bihev re çeteyan dûrbixin û nehêlin ku zêde nêzîk bibin. Lê Rejîm her nedihat. Ez dibêjim, li bendê bûn ku em pêşwaziyê li wan bikin. Rejîm baş şarezayê van lîstokan e.”

Ew gund tenê 15 xûlekan dûrî navenda bajarokê Til Temir in. Hêzên HSDê hemû hewlên xwe didin, ku rê li ber çekdarên Tirkiyê bigirin daku negihin nav Til Temirê.

Hêzên hikûmeta Sûriyê jî ji ber êrîşa çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundên derdorê hatine belavkirin. Di şer û pevçûnan de 6 serbazên Sûrî birîndar bûne ku birîna 2 ji wan giran e.

Nexweşxaneya Til Temir pir biçûk e û çareseriya destpêkê ji bo 17 birîndaran dike. Berpirsên nexweşxaneyê dibêjin, piraniya wan birîndaran kesên sivîl û xelkê gundan û bajarê Serê Kaniyê ne.

Alîkarê pizîşkî, Dilo Mihemed Elî dibêje: “Du welatiyan canê xwe ji dest dane, yek ji wan jineke xelkê bajarokê Ebdulselam a li nêzîk Serê Kaniyê bû. Ew rûniştibû û şîr dida zarokê xwe yê temen 6 mehî. Gulleyeke hawanê ket û wê canê xwe ji dest da. Wate bi awayekê beredayî bombebaranê dikin, topbaranê dikin, êdî li ku bikeve, dikeve, lewma jî piranî xelkê sivîl birîndar dibin.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi kûrahiya 32 km ji sînor vekişiyane, bajarokê Til Temir nêzîkî 30 kîlometran ji sînorê Tirkiyê dûr e û heta niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk li vî bajarokî mane.

Şer û pevçûn niha gihîştiye 5 kîlometriya navenda bajarokê Til Temirê.

Rudaw
Top