HSDê hêzên xwe ji 30 xalên ser sînorê Tirkiyê vekişand
HSD dibêje, ji bo rêgirtin ji rijandina xwînê û parastina xelkê ji êrîşên Tirkiyê, hêzên wan ji sînor dûr dikevin, û hêzên parastina sînor yên hikûmeta Sûriyê wê li ser sînor cih bigirin.
HSD herwiha ji Rûsyayê xwest, soza xwe bicih bîne û bi diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de bibe garantor û alîkar.
Bi destpêkirina pratîkî ya hêzên HSDê, sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de, ji hêzên kurdî vala dibe, ev yek jî li gorî rêkeftineke navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk tê.
Cîhan Derwîş, ku diya şeş şervanan e û yek ji wan di şerê li dijî DAIŞê de
jiyana xwe jidest daye, dibêje jibilî hêza me baweriya me bi ti hêzeke din nayê.
Di çarçoveya vekişîna ji sînor de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi 45 otomobîlên serbazî û bi çekên xwe yên giran ji 30 xalên di navbera Amûdê û Dirbêsiyê de vekişiyan.
HSDê dibêje wan jibo parastina canê welatiyên sivîl , ev biryar stand.
Proseya derxistina HSDê ji sînor bi serpereştiya serleşkerên Rûsî hat encamdan, ku 32 km ji sînor hatin dûrxistin û biryar e hêzên parastina sînor ên ser bi hikumeta Sûriyê ve li cihê wan bicih bibin.
Rudaw
