Yekîtiya Parêzerên Ereb li dijî Erdogan dozê tomar dike
Ofîsa Daîmî ya Yekîtiya Parêzerên Ereb piştî civîneke neasayî ku li Qahîreyê hat kirin, bi daxuyaniyekê ev helwêsta xwe aşkere kir. Yekîtiya Parêzerên Ereb ragihandiye, li beramber wê zirara zêde ya aborî û civakî ku bi sedema êrîşên Tirkiyê gihiştiyê Sûriyê, ew dê daxwaza qerebûkirina Sûriyê bikin.
Di daxuyaniyê de tê gotin; “Emê dozê li dijî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tomar bikin, ji ber tawanên şer ku li Sûriyê dike û ji ber tawanên dijî mirovayetiyê ku dijî gelê Sûriyê dike.”
Ofîsa Daîmî ya Yekîtiya Parêzerên Ereb ku nûnertiya hemû sendîkayên parêzeran ên welatên Erebî jî dike, hevdem daxwazê ji rêxistinên navdewletî û rêxistin Erebî yên mafên mirov dike, daku êrîşa Tirkiyê bo ser axa Sûriyê şermezar bikin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê, ji 9ê vê mehê ve êrîşeke leşkerî bo ser Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin, lê herçiqas piştî çend rojan agirbest hat ragihandin, li gor Rêveberiya Xweser heta niha ji ber wê êrîşê zêdeyî 250 kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 300 hezar kes jî koçber û derbider bûne.
Rudaw
