• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêzên hikûmeta Sûriyê derbasî nav 8 gundên Hesekê bûn

Gulan Media October 27, 2019 Nûçe
Hêzên hikûmeta Sûriyê derbasî nav 8 gundên Hesekê bûn
Tê gotin ku hêzên rêjîma Sûriyê derbasî heşt gundên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bûne.

Medyaya rêjîma Sûriyê ragihandiye, îro hêzên hikûmeta Sûriyê derbasî nav çend gundên bajarê Hesekê bûne û li wan gundan bicîh bûne.

Li gorî agahiyan, tevahiya wan gundan li bakûrê rojavayê Hesekê ketine.

Navên wan gundan ev in: Sîbatiye, Cemîliye, Xerbe Dibs, Qasimiye, Reşîdiye, Dawidiye, Ezîziye û Zehre.

Basnews
Top