• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Serê Kaniyê pevçûn: Leşkerekî Tirkiyê û 22 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin

Gulan Media October 27, 2019 Nûçe
Li Serê Kaniyê pevçûn: Leşkerekî Tirkiyê û 22 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin
Li Serê Kaniyê di encama pevçûnekê de leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. HSDê jî aşkere kir ku 22 çekdarên opozîsyonê yên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin.

Li Rojavayê Kurdistanê şer û pevçnên di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê de berdewam dikin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, li herêma Serê Kaniyê di navbera çekdar û leşkerên wî welatî û şervanên Kurd de şer û pevçûnan rû dane.

Herwiha li gor wê daxuyaniyê di wî şerî de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne. Di wê daxuyaniyê de hatiye îddîakirin ku HSDê êriş kiriye û wan jî bersiv daye.

Li aliyê din HSDê jî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li bajarokê Zirgan ê Serê Kaniyê di navbera şervanên wan û leşkerên Tirkiyê û tundrewên ser bi Tirkiyê ve pevçûnên dijwar rû dane.

HSD aşkere dike ku di wî şerî de 22 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin û herwiha dest bi ser 5 wesayîtên leşkerî de hatiye girtin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve roja 9ê Cotmehê êrişa bo ser Rojava dabûn destpêkirin. Tevî rêkevtinên di navbera Amerîka-Tirkiye, Rûsya-Tirkiyê de jî şer û pevçûnên li herêmê berdewam dikin.

HSD berî niha aşkere kiribû ku çekdarên ser Tirkiyê ve agirbestê binpê dikin û êrişî hêzên wan dikin.

Rudaw
Top