Berpirsekî PDKê: Eger hikûmeta Iraqê hilweşe rewşa Kerkûkê xirabtir dibe
Endamê serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Ferhad Kerkûkî ji BasNewsê re got, eger hikûmeta Iraqê were hilweşandin û rewşa Iraqê aloztir bibe wê çaxê xebatên normalkirina rewşa Kerkûkê dixitimin û rewşa Kerkûkê xirabtir û aloztir dibe.
Ferhad Kerkûkî her wiha got, bi hilweşandina hikûmetê re daxwaziyên aliyên şovenîst li Kerkûk û Iraqê bicîh tê. Ew dixwazin rewşa Kerkûkê berdewam aloz û awarte bimîne û ti carî normal nebe.
Wî berpirsê PDKê da zanîn, biryar bû PDKê roja 1 vê mehê baregehên xwe yên li Kekrûkê, ku ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine dagîrkirin, werbigire lê ji ber rewşa niha ya Iraqê, hat paşxistin.
Ev demek dirêj e li paytext Bexda û gelek bajarên din xwepêşandanên berfireh li dijî gendelî û hikûmetê tên kirin. Xwepêşander daxwaz dikin hikûmet were hilweşandin û hikûmetek nû pêk were.
Basnews
