Hevserokê HDPê yê Mûşê hat girtin
Hevserokê HDPê yê Mûşê Murat Balkaya, bi hinceta propogandaya rêxistinê ku 23yê Cotmehê hatibû desteserkirin, hat girtin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mûşê Murat Balkaya ku tevî 3 kesan di 23yê Cotmehê de bi hinceta ‘propogandaya rêxistinê’ hatibû desteserkirin, hat girtin.
Siyasetmedar Balkaya piştî ku hat girtin bo Girtîgeha Mûşê ya Tîpa wê Tyê hat sewqkirin.
