Serok Barzanî serxweşî li malbat û hevalên Hacî Derwêş kir
Serok Barzanî di peyama xwe de got, bi mixabinî nûçeya koça dawiyê ya Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Abdulhemîd Hacî Derwêşgihîşt me.
Di beşeke din peyamê de Serok Barzanî dibêje: Di vê boneya xemgîn de, pirse û serxweşiyê arasteyî malbat, hevxebat û hevalên xwedê jê razî dikin û xwe bi hevbeşê xemên wan dizanim.
Herwiha Serok Barzanî di peyama xwe de got: Ji xwedêyê mezin dixwaz dikin giyanê kak Abdulhemîd Hacî Derwêş bixe ber dilovaniya xwe û dilniyayê bide her aliyekî.
Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Abdulhemîd Hacî Derwêş îro di temenê 89 saliyê de li bajarê Qamişlo koça dawîyê kir.
Derwêş yek ji kevintirîn siyasetvanên Rojavaya Kurdistanê bû û yek ji damezrênerê yekem partiya Kurdî li Suriyê Partiya Demokrat a Kurdistanê di sala 1957 de bû.
Basnews
