Nêçîrvan Barzanî serxweşî li malbata Hecî Derwêş kir
Di peyama serxweşiyê da Nêçîrvan Barzanî ragihandiye: “Bo koça dawiyê ya Xwedê jê razî Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Abduhemîd Hecî Derwêş sersaxiyê li malbat û kesûkar û dost hevalên wî dikim, hevpar û hevxemê wan im.
Xwedê jê razî Abdulhamîd Hacî Derwêş, jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe derbaz kir û di vê rêde gelek zor û zehmetî kişandin. Xwedayê mezin canê wî bi dilovanî û behişta xwe şa bike û sebir û hedarê bide malbata wî.”
Basnews
