Rewangeha Sûrî: HSDê xwe ji Dirbêsiyê û Amûdê jî vekêşand
Rewangeha Suriyê ya Mafên Mirovî ragehand: HSDê dest bi vekişandina hêzên xwe ji çend xalên di navbera Dirbêsîyê û Amûde de li gundên derdora parêzgeha Hesekê kiriye.
Amaje bi wê yekê jî kirîye ku şeva borî şer di navbera HSD û grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Eyn Îsa û gundên Tel Temir çêbûye.
Piştî êrişên Tirkiyê bo ser rojavaya Kurdistanê ku 9ê vê mehê destpêkir, rêkeftin di navbera Amerîka û Tirkiyê de pêkhat bo xwe vekişandina şervanên HSDê ji çend deverên Rojavayê Kurdistanê.
Herî dawiyê jî duh Tirkiye û Rûsyayê rêkeftineke 10 xalan pêkdihat ragehandin.
Basnews
