Parlementoya Ewropa daxwaz ji Tirkiyê kir demildest ji Rojava derkeve!
Parlementoya Ewropayê, ku navenda wê ya serekî li bajarê Strasburg yê Fransa ye, îro civiya. Di civînê de behsa êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê jî hat kirin.
Li gorî euronewsê, di civînê de parlementeran bi tundî êrişên Tirkiyê li ser kurdan şermezar kirin û ragihandin, ji ber êrişên Tirkiyê herî kêm 300 hezar sivîl derbider bûne, gelek sivîl hatine kuştin û ziyanek mezin gihîştiye xelkê deverê.
Endamên parlementoya Ewropa dan zanîn ku operasiyona Tirkiyê li dijî hemû rêkeftinên navdewletî ye û bûye sebeba aloziya wê herêmê.
Parlementerên Ewropa daxwaz ji Tirkiyê kirin demildest hêzên xwe ji wan deverên ku dagîr kirine, vekişîne.
Basnews
