Rûsya: Eger YPG venekişe, Tirkiye dê wan ji nav bibe
Berdevkê Koşka Kremlînê, Dimitry Peskov ragihandiye, eger hêzên Kurd ji navçeyên bakurê Sûriyê ku rêkeftin li ser hatiye kirin, paşde venekişin, dê Polîsê Leşkerî yê Rûsyayê û hêzên Pasevanên Sînor ên Sûriyê ji herêmê vekişin û tekez dike, di egereke wiha de divê Kurd bi tena serê xwe rûbirûyê êrîşên artêşa Tirkiyê bibin.
Peskov herwiha daye xuyakirin, ku Amerîkayê li bakurê Sûriyê dest ji Kurdan berda û xiyanet li wan kir.
Rûsya û Tirkiye duh derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de gihîştin rêkeftineke 10 xalî.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê li bajarê Soçî yê Rûsyayê civiyan, ku civîna wan 6 saet û 20 xûlekan dom kir.
Li gor vê rêkeftinê, divê hêzên Kurdî bi kûrahiya 32 kîlometran ji navçeyên sînorî yên bakurê Sûriyê vekişin. Herwiha di kûrahiya 10 kîlometrî de, dê dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê bigerin.
Di heman rêkeftina 10 xalî de hatiye, ku divê hêzên Kurdî ji Minbic û Til Rifetê derkevin, herwiha mekanîsma Rêkeftina Edeneyê bê aktîvkirin.
Her li gor rêkeftina Rûsya û Tirkiyê, îro 23ê Cotmehê ji demjimêr 12.00 nîvro pê ve, hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsya û Parêzvanên Sînor ên Sûriyê, ji xeynî herêmên operasyona “Kaniya Aştiyê”, li herêmên din dê ji bo 30 kîlometre dûrxistina YPGê kar bikin. Ev kar dê di nava 150 demjimêran de bê encamdan.
Rudaw
