• Thursday, 12 February 2026
logo

Putin: Divê mafên kurdan di destûra Sûriyê de bên bicîh kirin

Gulan Media October 23, 2019 Nûçe
Putin: Divê mafên kurdan di destûra Sûriyê de bên bicîh kirin
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li bajarê Sochi ya Rûsyayê civiyan û rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê guftûgo kirin û konferanseke hevbeş de naveroka civînê aşkere kirin.

Serokê Rûsyayê ragihand, pêwîst e hemû hêzên biyanî yên bi awayekî ne rewa hatine Sûriyê, ji nava xaka Sûriyê vekişin.

Putin ragihand, divê mafên Kurdan di destûra Sûriyê de bicih bibin.

Putin got: Rûsya piştevaniyê li guftûgoyên di navbera Kurd û Şamê de dike.

Herwiha got: Divê yekperçeyîya Sûriyê bê parastin.

Putin aşkere kir jî, ew bi Erdogan re gihîştine rêkeftineke çarenivîsaz û piştre her du wezîrên derve yên Rûsya û Tirkiyê naveroka rêkeftinê aşkere dikin.

Basnews
Top