Beşar Esed: Erdogan duhî nefta me dizî, îro jî xaka me didize!
Beşar Esed îro serdana bajarokê Hibît li herêma Idlibê ya Sûriyê kir û fermande û serbazên Sûrî re civiya.
Esed li wir êrişî serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got, Erdogan duhî kargeh û genim û nefta me dizî, îro jî xaka me didize.
Serokê Sûriyê anî ziman ku ewê tevahiya xaka Sûriyê bixin bin kontrola xwe û ji teror û dagîrkeriyê paqij bikin.
Piraniya Idlibê di destê çekdarên Sûrî yên alîgirên Tirkiyê de ye. Artêşa Tirkiyê jî li wir 12 xalên çavdêriyê daniye.
Basnews
