• Thursday, 12 February 2026
logo

HSDê xwe bi temam ji devera aram vekêşa

Gulan Media October 22, 2019 Nûçe
HSDê xwe bi temam ji devera aram vekêşa
Hêzên Sûrîya Demokratîk şervanên xwe bi temamî ji devera aram ewa dikeve di navbera bajarên Serê Kanîyê û Girê Sipyê da vekêşan.

Bextyar Zêbarî Peyamnêrê WAARê bo rojavayê Kurdistanê ragehand; Hêzên Sûrîyaya Demokratîk HSDê hemû şervanên xwe ji deverên dikevin navbera Serê Kanîyê û Girê Sipî yê da ku dibine 120 kîlometr vekêşan weku pabendbûn bi rêkeftina agirbestê ku li 17ê vê mehê li Enqere hatîye îmzakirin.

Diyar jî kir, HSDê 2 merc hene, ew jî ku çi guherînên demografî nehêne kirin, herweha çi hêzên din jiblî hêzên Tirkî li dever aram nehêne cêgîr kirin.

Li dûv rêkeftina agirbestê, Tirkîyê li bere devera aram bi kûratîya 32 kîlometran û frehîya 444 kîlometran li rojavayê Kurdistanê dirust bikin, lê ev devere bi dîtina HSDê pêdivîye 120 kîlo metir bin.

Waar.tv
Top