Tiramp nihênîyekê li ser çûna serbazên wan bo Suriyê aşkera dike
Tiramp di konfiranseke rojnamevanî de got: Pêwîst bû hêzên me bo 30 rojan li Suriyê bimînin û bo wê yekê çûbûn gurezeke bihêz û bilez li Daişê bidin û vegerin lê ev 10 salin li Suriyê mane.
Ev axivtinên Tiramp di demekê de ye, rojnameyeke Emerîkî ji zardevê berpirseke bilindê wî welatî belav kirîye, ku dema heftîyekê ye Tiramp hizir dike ku nêzîkî 200 serbazên komandp li rojhelata Suriyê bihêle bo berengarbûna terorê. Ew deverên ku hêzên Emerîkayê jî têde cihgîr dibin, derdorê devera aram e, bi dirêjahîya sinûrê Îraqê li gel Suriyê ye, piştî ku heftîya burî Mayik Pêns, cêgriî serokê Emerîka û Receb Teyîb Erdogan li ser wê yekê gehiştibûn rêkkevtinê.
K24
