• Thursday, 12 February 2026
logo

ROJAVA - Ji ber êrişa Tirkiyê 86 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bêpar mane

Gulan Media October 22, 2019 Nûçe
ROJAVA - Ji ber êrişa Tirkiyê 86 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bêpar mane
Ji ber êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar bo ser Rojavayê Kurdistanê ziyaneke mezin li perwerdehiyê jî ketiye û bi sedan dibistan hatine girtin û niha bûne stargehên koçberan ku hejmara xelkê ji cih û warên xwe bûne di nav Rojavayê Kurdistanê de zêdetire ji 350 hezar kesan.

Sûcê zarokan çi ye, dibistanên wan di bin bombebaranê de wêran bibin û mamostayên wan bibin qurbanî û ew jî bê dibistan û bê mamosta bimînin?

Yek Kurd jî li Serê Kaniyê nemaye. Gelek ji wan li nav dibistanan bicî dibin, xwendin rawestiya ye, lê zarok ku ji ber şer bi malbatên xwe re koçber bûne, qelema xwe bernedane û xwe fêr dikin. Yanî ew dibistan hem ji wan re bûye mal, hem jî bûye cihê xwendinê.

Di êrîşa Tirkiyê de 30 zarokan canê xwe ji dest dane û 86 hezar şagirtên dibistanan koçber bûne.

Li 810 dibistanan proseya xwendinê rawestiyaye, 20 dibistan jî ji ber êrîşa balafirên Tirkiyê li erdê rast bûne.

Yek ji xwendekaran ê bi navê Elî Mihemed dibêje, “Şer çêbû em hemû ji wir reviyan” û dipirse, “Tirkiye ji me çi dixwaze, me çi jê kiriye?”

Ew zarok ketina nav yarîyekê ku serkeftina di wê de ne pêkan e, lêbelê ji vê venagerin. Zêdetir ji 40 dibistanên Hesekê tijîbûne ji koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî.Zarok nikarin wêneyên şer û pevçûnan ji bîr bikin û ev bo wan bûne kabûs.

Xwendekarê din ê bi navê Mistefa Îbrahîm jî dibêje, “Em li Serê Kaniyê bûn, me ew dîtin, dengê guleyan, çekan, firokeyan dibihîst.”

Heta ku şer û alozî berdewam bikin, deriyên dibistanan jî girtî dimînin jibilî beşek ji navçeyên ku bi temamî aram nebin. Desteya Perwerdehiya Herêma Cizîrê jî bang li rêxistinên navdewletî dike bo biçin û rê nedin perwerdehî û xwendin têk biçe.

Hevserokê Desteya Perwerdehiyê li Herêma Cizîrê, Mihemed Salih, dibêje, “Eger şer raweste em dê vegein dibistanên xwe vekin. Em dê lê binêrin bê ka çiqas dibistanên me rastî ziyanê hatine, çend hatine rûxandin. Di vê demê de jî em dê daxwaza alîkariyê ji rêxistinên navdewletî bikin.”

Ji ber êrişa Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê bo ser Rojavayê Kurdistanê, 235 sivîlan canê xwe ji dest dan, zêdetir ji 700 kes birîndar bûn û herwiha zêdetir ji 350 hezar kes jî cih û warên xwe bicî hiştin û koçber bûn.

Rudaw
Top