• Thursday, 12 February 2026
logo

Almanya li dijî plana Tirkiyê ya bo Rojava derket

Gulan Media October 22, 2019 Nûçe
Almanya li dijî plana Tirkiyê ya bo Rojava derket
Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand ku hikûmeta welatê wî her ji destpêkê ve li dijî ‎operasyona Tirkiyê ya li ser bakurê rojhilatê Sûriyê û herwiha dijî veguhestina penaberên Sûrî bûye bo ‎navçeya aram.‎

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê ‎Christopher Burger di civîneke çapemeniyê de got: “Em ne ‎ligel wê yekê ne penaberên şerê navxwe yê Sûriyê ku niha li Tirkiyê ne bo bakurê rojhilatê Sûriyê û ‎navçeya aram bên veguhestin, ku dibe ev dijî xwesteka wan bi xwe be jî.”‎

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê ‎amaje bi wê yekê jî da ku ev ne tenê helwêsta Almanyayê, lê ‎her ji destpêka operasyonê ve ligel hevbeşên xwe yên Ewropî li ser vê mijarê hevra bûne û di ‎daxuyaniyekê de jî ev helwêsta Yekîtiya Ewropayê ragihandine.‎

Christopher Burger dibêje: "Em razî nabin ku penaberên şerê navxwe yê Sûriyê ku niha li Tirkiyê ne bo bakurê rojhilatê ‎Sûriyê û navçeya aram bên veguehstin, ku dibe ev li dijî xwesteka wan bixwe jî be. Ev ew helwêst e ‎ku em ligel hevbeşên xwe yên Yekîtiya Ewropayê jî li ser hevra ne, her ji wê dema Tirkiyê 9ê ‎Cotmehê dest bi operasyona xwe ya leşkerî kir."‎

Tirkiye ji roja 9ê Cotmehê ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye, lê belê ji roja 17ê Cotmehê ve Amerîka û Tirkiye li ser rawestandina êrîşî û agirbesteke demkî ya 150 saetî rêkeftinek kirin, ku ev agirbest îro saet 22:00 bi dawî tê.

Rudaw
Top