• Thursday, 12 February 2026
logo

8 leşkerên Tirk di teqînekê de birîndar bûn

Gulan Media October 22, 2019 Nûçe
8 leşkerên Tirk di teqînekê de birîndar bûn
di encama teqînê de birîndar bûne
Li gor jêderên nûçeyan îro danê sibê li navçeya Kaxezman ya ser bi Qersê ya li bakûrê Kurdistanê di encama teqînekê de 8 leşkerên Tirk birîndar bûne.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê kirin ku teqîn di dema derbasbûna tirimbîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê de pêk hatiye û di necam de 5 leşker û 3 cerdevan bi giştî 8 kes birîndar bûne.

Hate zanîn ku birîna hinek ji wan gelek xedare.

Top