• Thursday, 12 February 2026
logo

Tirkiye: Di operasyonê de me 1500 K.M çargoşe kontrol kir

Gulan Media October 21, 2019 Nûçe
Tirkiye: Di operasyonê de me 1500 K.M çargoşe kontrol kir
Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê radigihîne, wan di operasyona xwe ya leşkerî li Rojavayê Kurdistanê de 1500 K.M çargoşe kontrol kirine û dest danîne ser 111 gund û bajaran.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê ragihand, ew ji nêzîk ve derketina hêzên HSDê li gor rêkeftina agirbestê dişopînin û heta niha 125 otombîl ji “herêma ewle” derketine.

Amaje bi wê jî da, artêşa Tirkiyê di êrîşên xwe de ti çekên kîmawî û qedexekirî bikar neanîne.

Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve roja 9ê Cotmehê dest bi êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kirin û roja 17ê Cotmehê jî Amerîka û Tirkiyê agirbesteke 5 rojî ragihandibû.

Li gor wê rêkeftinê jî, HSDê duhî hêzên xwe ji bajarê Serê Kaniyê vekişand û Peyvdarê HSDê Gabriyêl Kîno ragihand, ti şervanekî wan li Serê Kaniyê nemaye.

K24
Top