• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî peywendî kir bi bavê wî zaroyê birîndar bûyî li Rojavaya Kurdistanê

Gulan Media October 21, 2019 Nûçe
Serok Barzanî peywendî kir bi bavê wî zaroyê birîndar bûyî li Rojavaya Kurdistanê
Îro Duşemê, serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê ve peywendî kir bi Hemîd Mehemed, bavê wî zaroyê Rojavaya Kurdistanê ku bi sedema bombebarana Tirkiyê li rojava piranîya leşê wî şewitîye û bo çaresrîyê hatîye veguhaztin bo nexweşxane ya Dihokê.

Serok Barzanî di wê peywendîya telefonî de li gel bavê Mehemed, ji bilî derbirîna hevxemîya xwe ragehand jî, ku her tiştek pêwîst be bo çareserkirna Mehemed kêmasîyê nakin.

Mehemed yeke ji wan zaroyên birîndar ku gumana wê yekê dihêt kirin bi çekên qedexekirî birîndar bûye û di mêdyayên navxweyî û cîhanî jî de dengvedaneke mezin bi dûv xwe re hîna.

K24
Top