• Thursday, 12 February 2026
logo

Mazlûm Kobanî: Em qebûl nakin Tirk hemû erdên Kurdan dagîr bikin

Gulan Media October 21, 2019 Nûçe
Mazlûm Kobanî: Em qebûl nakin Tirk hemû erdên Kurdan dagîr bikin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand, “Amerîka tenê li pakkirina etnîkî ya Kurdan bi destê tirkan temaşe dike” û tekez dike, “em qebûl nakin Tirk tevahiya erdên Kurdan dagîr bikin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çavpêkevtineke li gel kovara New Yorker a Amerîkayê de amaje bi wê yekê kiriye, ku HSD rê nade Tirkiye tevahiya navçeyên Kurdî kontrol bike û xelkên Kurd ji navçeyên wan bike derê.

Mazlûm Kobanî dibêje: “Ya ku Tirk dikin, pakkirina etnîkî ya Kurd e” û destnîşan dike: “Em qebûl nakin Tirk tevahiya erdê Kurdan dagîr bikin.”

Mazlûm Kobanî diyar dike, ku ew agirbestê tenê ji bo navçeyên di navbera Girê Spî û Serê Kaniyê qebûl dikin û destnîşan dike: “Em dê tenê ji navbera Serê Kaniyê û Girê Spî vekişin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha rexne li helwêsta Amerîkayê digire û dibêje: “Artêşa Amerîkayê hêj li Hesekê maye, lê belê tiştekî nakin. Ew li pakkirina etnîkî û komkujkirina Kurdan temaşe dikin.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, Mazlûm Kobanî ji New Yorkerê re dibêje, HSD pabendî sozên xwe ye û hêvî dike, ku li gel Amerîkayê kar bike ji bo rûbirûbûna DAIŞê, lê belê gazinan li helwsêta Amerîkayê dike û dibêje, “amerîkî xelkê Kurd ji êrîşên Tirkiyê naparêzin.”

Derbarê vekişîna artêşa Amerîkayê de, Fermandarê Giştî yê HSDê ragihandiye: “Wek Kurdekî, dibînim ku encamên tijî karesat rû didin, ew jî bi sedema vê rêkeftinê. Ev rêkeftin tiştekî gelek xirab dibe bo berjewendiyên Kurd û Amerîkayê li navçeyê. Ez wek Kurdekî bi vî awayî dibînim ku ev tê wateya piştkirina li hevbeşên Kurd, ku bo dema 5 salan li gel Amerîkiyan li dijî DAIŞê şer kirin. Herwiha ev rê li ber pakkirina etnîkî ya Kurd û derketina DAIŞê vedike.”

Mazlûm Kobanî dibêje, wî çend daxwaz ji hikûmeta Amerîkayê hene û daxwazên xwe wiha rêz dike; “Yekem, dawî li êrîşên Tirkiyê bo ser Kurdan bînin. Duyem, alîkariya Sûriyê bikin, ji bo ku çaresereke siyasî bo krîza Sûriyê bê dîtin.”

Kobanî daxwaz ji xelkê Amerîkayê jî dike, ku fişarê li hikûmeta welatê xwe bikin, daku dawî li komkujkiirna gelê Kurd ji aliyê Tirkiyê ve bê anîn.

Rudaw
Top