Trump: Kurd li navçeyên din tên bicihkirin
Donald Trump nivîsî: “Mark Esper ji min re got: Agirbest bi başî hat bicihkirin. Hin giriftên biçûk hebûn, bilez hatin çareserkirin. Kurd li navçeyên din tên bicihkirin. Leşkerên Amerîkî li cihên şer û navçeyên agirbestê nîn in. Me dest danî ser petrolê. Leşker vedigirin welat.”
Ev twitta Serokê Amerîka piştî wê yekê tê, artêşa Tikiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve îro derbasî Serê Kaniyê bûn û dagîr kirin.
Hevdem jî, îro dawî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bajarê Serê Kaniyê derketin.
K24
