• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka jin û zarokên DAIŞê ji kampa Holê vediguhêze

Gulan Media October 21, 2019 Nûçe
Amerîka jin û zarokên DAIŞê ji kampa Holê vediguhêze
Ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, artêşa Amerîka dest bi veguhastina malbatên çekdarên DAIŞê yên biyanî ji kampa Holê kir.

Ajansa “SANA” ji jêderekî belav kir, hêzên Amerîkî li kampa Holê ya başûrê Hesekê dest bi cudakirina hemû jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî kirin, mebest jê jî veguhastina wan e.

Amaje bi wê jî da, helîkopterên Amerîkî li esmanê kampa Holê digerin.

Aşkere kir jî, heta niha Amerîka 230 teroristên çekdarên DAIŞê ji zîndana bajarê Dêrikê veguhastin kampa Şedadê li başûrê Hesekê.

Di kampa holê de bêtir ji 71 hezar kesî bicî dibin, bêtir ji 10 hezar ji wan, jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî ne.

Li gorî hin raporên saziyên navdewletî, kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar e ser asta cîhanê. Rêvebiriya xweser jî dibêje ku karînên wan sînordar in, nemaze ku bi hezaran çekdar jî di zindanên wan de hene, êdî ev rewş hewcedarî destêwerdaneke navdewletî ye.

Herwiha Rêveberiya Xweser daxwaz ji wan kir, ew bi berpirsatiya xwe rabin û bilez destêwerdanê bikin, ta rê li ber karesatekê bigirin, ku dê bandora wê ne tenê li ser Sûriyê hebe, belkû dê li ser hemû aliyan hebe.

Rêveberiya Xweser roja 10ê vê mehê ragihand, bi sedema bombebarana artêşa Tirkiyê, bi dehan malbatên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê reviyane.

K24
Top