Senatorê amerîkî: Terikandina Kurdan dê lekeyeke xwînê be di dîroka Amerîkayê de
Senatorê Komarî yê amerîkî Mitt Romney, rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de weke, ‘dûr ji serkeftinê’ pênase kir û daxwaz kir ku pêwîst e lêkolîn derbarê biryara vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê û herwiha rêdana êrişa leşkerî bo ser Rojava ji aliyê Tirkiyê ve, bê destpêkirin.
Romney li Senatoya Amerîkayê gotarek pêşkêş kir û bi van gotinan bertek nîşan biryar û helwesta rêveberiya Trump da, “Gelo Amerîka di warê dîplomatîk de ewqas lawaz û bêşiyan e ku Tirkiyê wisa lê kiirye? Tirkiye?”
Senatorê Komarî derbarê biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê û bi tenêhiştina Hêzên Sûriya Demokratîk ku di şerê li dijî DAIŞê de hevalbendê Amerîkayê bû, got, “Terikandina Kurdan berovajî rûmeta Amerîkayê ye û dê di dîroka Amerîkayê de weke lekeyeke xwînê bimîne.”
Weke kongreya Amerîkayê, pispor jî di heman baweriyê de ne ku rêkeftina agirbestê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de di berjewendiya Tirkiyê de ye.
Pisporê karûbarên Tirkiyê Aykan Aydemîr ji Rûdawê re ragihand, “Erdogan tişta ku ji destpêkê ve dixwast bi dest xist. Bi avakirina navçeyeke aram bi kurahiya 20 mîlan dê koçberên Sûriyê li wan deveran bicih bike û demogirafya wan deveran biguhere.”
Zext û fişarên li ser Serokê Amerîkayê Donald Trump di demeke ku proseya ji karxistina wî birêve diçe, bi van sînordar nînin.
Trump herwiha ragihandibû piştî rêkeftina agirbestê êdî pêwîstî bi sepandina sizayan bi ser Tirkiyê de nemaye.
Li Encûmena Nûneran jî biryara Trump ya vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê, bi piştevaniya Komarî û Demokratan li hemberî 60 dengan bi 354 dengan hatibû şermezarkirin.
Şandên amerîkî û tirkî li Enqerê gihiştibûn rêkeftinekê ku bo heyama 5 rojan agirbest bê ragihandin, hêzên Kurdî bi kurahiya 32 kîlometreyan ji sînor dûr bikevin û herwiha ew dever bikeve bin kontrola leşkerên Tirkiyê ku serokomarê wî welatî dibêje ew dê koçberên sûrî li wan deveran bicih bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî bi van gotinan pêşwazî li wê rêkeftinê kiribû, “Niha tirk kêfxweş in, kurd kêfxweş in, Amerîka kêfxweş e û hûn dizanin şaristanî jî kêfxweş e.”
Rudaw
