• Thursday, 12 February 2026
logo

Tirkiye: Me çekê kîmawî bikar neaniye

Gulan Media October 20, 2019 Nûçe
Tirkiye: Me çekê kîmawî bikar neaniye
Hikûmeta Tirkiyê tohmetên wekî Arteşa Tirkiyê di operaysona li Rojavayê Kurdistanê de çekên kimawî bikar aniye, red dike.

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê Hamî Aksoy bersiva tohmetên dibêjin Arteşa Tirkiyê di operaysona rojhilatê Firatê de çekên kimawî bikar aniye dide û radigihîne, di destê Arteşa Tirkiyê de çekên kimyewî nîn e û tohmetên bikaranîna çekên kîmawî li dijî Tirkiyê bêbextiyek e.

Rêveberiya Xweser û berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berî niha çend rojan eşkere kiribûn ku Tirkiyê li Serê Kaniyê çekên qedexekirî bikar aniye.

Herwiha nexweşxaneya Til Temir û Heyva Sor a Kurd jî ragihandibûn, hejmarek ji birîndarên gihîştine nexweşxaneyan, paşmayên çekdên kîmawî li ser gewdê wan hebûn.

K24
Top