Parlementerên Fransaî daxwaz ji Macron kirin bi hewara kurdan biçe!
Êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, ku roja 9 vê mehê dest pê kiribûn, heta niha jî didome, ruxmî wê yekê ku ev sê roj in agirbest hatiye ragehandin.
Ji ber êrişên Tirkiyê û çeteyên Sûrî yên girêdayî wî welatî, heta niha bi sedan sivîl şehîd bûne, bi sedan kes birîndar bûne û bi sed hezaran kes jî derbider bûne.
Nerazîbûnên li hember wan êrişên hovane jî roj bi roj berfirehtir dibin.
Rojnameya Fransaî ya Le Figaro ragihandiye, 59 parlementerên Fransa nameyek ji serokê Fransa Emmanuel Macron re şandine û jê xwastine, bi hewara kurdan biçe.
Li gorî raporta Le Figaro, wan parlementeran hêrsa xwe li hember êrişên Tirkiyê û bê dengî û bê helwestiya welatên rojava li hember wê yekê nîşan dane û daxwaz kirine Fransa û Ewropa bo parastina kurdan tedbîrên bilez bigirin.
Parlementerên Fransî her wiha daxwaz kirine endamtiya Tirkiyê di NATO de were cemidandin û xebatên endamtiya wî welatî di Yekitiya Ewropayê de jî bên sekinandin.
Basnewss
