Almanya - Bi hezaran Kurdistanî dijî operasyona Rojava derketin kolanan
Li gor ajansên desthilatdarên bajêr dibêjin derdora 10,000 kes tevlî xwepêşandanê bûn, ku ji aliyê gurûpên rastrew ve hatibû organîzekirin.
Polîs nobedariya xwepêşandanê dikir û metirsî hebûn ku tumdutijî derkeve holê, lê desthilatdaran got xwepêşandan aştiyane birêve çû.
Hin xwepêşanderan alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hildan û hinan jî durişmên wek “Na bo rêkeftina li gel rêjîma AKPê” hildan.
Hêjayî gotinê ye ku jimareke mezin a kurdan û tirkan li Almanya dimîne, û girjî di navbera wan de berê hin caran bilind bûne û tundutijî di hin xwepêşandanên wan de derketine pêş.
Herwıha li bajarê Stockholmê yê Swêdê jî bi hezaran kurd meşiyan û dijberiya xwepêşandanan kirin.
Basnews
