Wezîrê Navxwe: Mesrûr Barzanî ferman daye bi baştirîn şêwe pêşwazî li koçberên Rojava bê kirin
Îro li Hewlêrê, nûnera NY di karûbarên mirovî de li Iraqê, Marta Ruedas bi Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed re li ser çawaniya hewandina koçberên Rojava yên ku ji ber êrişên Tirkiyê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê, civiya.
Piştî civînê Rêber Ehmed û Marta Rueda civîneka rojnamevaniyê li dar xistin. Di civînê de Wezîrê Navxwe got, me di civînê de li ser rewşa koçberan û kampên koçberan her wiha çawaniya hewandin û pêşwazîkirina koçberên Rojava gotûbêj kir.
Rêber Ehmed her wiha got, heta niha pênc hezar koçberên Rojava gihîştine Herêma Kurdistanê. Bi texmîna me dê derdora 50 hezar koçberên Rojava derbasî Herêma Kurdistanê bibin lê eger êriş û şer berdewam be wê çaxê dibe ku 250 hezar kes jî koçberî Herêma Kurdistanê bibin.
Wezîrê Navxwe daxwaz ji NY û hikûmeta Iraqê û dezgehên mirovî kir di hewandina koçberan de alîkariya wan bikin û got, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye me da ku bi baştirîn şêwe pêşwazî li koçberên Rojava bê kirin.
Basnews
