• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Girê Spî li dijî leşkerên Tirkiyê êriş

Gulan Media October 20, 2019 Nûçe
Li Girê Spî li dijî leşkerên Tirkiyê êriş
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina leşkerekî wewelatê xwe li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser Twittera xwe ragihand, roja 20 Cotmeha wate îro leşkerekî Tirk li rojhilatl Firatê li navçeya Girê Spî ji aliyê şervanên HSDê ve hatiye kuştin û leşkerekî din jî birîndar bûye.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, şervanên HSDê bi çekên dijî tank û çekên sivik, teqe li yekeyeke wan a leşkerî kiriye ku li Girê Spî erkê çavdêriyê dikir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyeke fermî de diyar kir, ku piştî ragihandina agirbesta şer û heta niha, 17 kesên sivîl şehîd bûne û 24 kes jî birîndar bûne û hîn jî êrîşên Tirkiyê berdewam in.

Balefirên Tirkiyê bajarokê Zergan bombaran kirin

Balefirên şer ên Artêşa Tirkiyê bajarokê Zergan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê bombaran kirin.

Çavkaniyên xwecihî ji bajarokê Zergan ragihandin ku balefirên şer ên Artêşa Tirkiyê, bajarokê Zergan yê ku dikeve navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bombaran kirin.

Ziyanên wê bombaranê nehatine zanîn.

Ev bombebaran di demekê de ye ku rêkeftineke agirbestê di navbera Amerîka û Tirkiyê de hatiye kirin û Hêzên Sûriya Demokratîk jî ew agirbest qebûl kirine.

Rudaw
Top