• Thursday, 12 February 2026
logo

Trump û Erdogan derbarê agirbestê peyivîn

Gulan Media October 19, 2019 Nûçe
Trump û Erdogan derbarê agirbestê peyivîn
Serokê Amerîka Donald Trump ragehand, bi rêya telefonê peywendî bi Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re kiriye û derbarê agirbestê danûstandin kirin e.

Ligorî Twîtt a Trump, Erdogan jê re gotiye, hinek sekvan û hawin mabûn û wan jî, bi awayekî bi lez jinavbirin e.

Trump di twitt a xwe de dibêje, jivana baş, ji her dû aliyên Kurd û Tirkiyê hene. Tirkiye liser karkirin bi rêkeftina agirbestê rijd e, Kurd jî, bi heman awayî, dixwazin kar li ser çareserkirinek guncaw bê kirin.

Trump nivîsandiye jî, Amerîka petrol parastiye û dê Kurd û Tirkiye, zêrevaniya DAÎŞê bikin.

Derbarê helwesta welatên Ewropa jî, Trump dibêje, ew hatiye agahdarkirin, ku welatên Ewropa dixwazin, çekdarên xwe DAÎŞê yên girtî bibin. Got jî, ew nûçeyek baş e. Lê diviya, dem a wan ew çekdar girtin, ew biryar bihata derxistin.

K24
Top