• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Divê şerê li Rojava bi dawî bibe

Gulan Media October 19, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Divê şerê li Rojava bi dawî bibe
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di kongireyeke rojnamevanîya hevbeş da axivî. Barzanî aşkere kir ku divê şerê li Rojavayê Kurdistanê bi dawî bibe.

Nêçîrvan Barzanî ragehand, pişikdarîya girûpên tundrewên opizisyona Sûriyê, nîgeranî zêdetir kirîne û dibin sedema karesata mirovî û awarebûna hejmareka mezin ji deverê. Ew ne aramî dibe sedema dûbare DAIŞ serî hil bide.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî, tekez li ser wê yekê jî kir, ku rewşê pêwîstî bi hewl û helwêsta cidîtir a civaka nêvdewletîye û madeyî ya Herêma Kurdistanê jî ragehand û got: Bo aramî û akincîya deverê her erkek bikeve stûyê me, em amadene bicih bikîn.

Herwiha Barzanî Serokê Fransayê Emanuel Macron kir ku di demên dijawar de, piştîvanîya Herêma Kurdistanê kirîye û ragehand, di rojên dijwar de, hevkar bû û derîyên danûstandinê di navbera Hewlêr û Bexdayê vekir û dorpêç şikand.

Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku Fransa di şerê DAIŞê de hevkarê Herêma Kurdistanê û Iraqê bûye.

Ji alîyê xwe ve Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian , wezîrê derveyê Fransayê derbarê naveroka kombûna wî li gel Barzanî xuya kir ku genegeşe ya rewşa deverê û bakura Sûriyê (Rojavaya Kurdistanê kirin e.

Tekez jî li ser wê yekê jî kir, ku bi sedema wan hêrişên Tirkiyê rewşeke ne aram li deverê çê bûye û delîveya serheldan û vegeran Daiş dide.

Wezîrê derve ya Fransayê, nîgeranîya welatê xwe nîşan da û got: Ji rewşa deverê gelek nîgeranîn û îro ez hatime bêjim, piştgîrîya we dikîn, hîn DAIŞê şikest ne nehînaye û sedemên pêkanîna hevpeymanîya nêvdewletî dijî DAIŞê hêj mane.

Amaje bi wê yekê jî kir, ew niha li bakura Sûriyê heye, metirsî yên vegeran û serhelvedan a tundrew û teroristan zêde kirîye.

Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian got: Di dnaûstandinan de berdewam dibin û nirxandina rewşê dikin û ragehand jî, ku tevaya welatên endam di Yekêtîya Ewrûpayê de baş dizanin hevahengîya hevpeymanîya nêvdewletî dijî DAIŞê encam bide.

Basnews
Top