Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransa civyan
Qasekî beriya niha, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransa Jean Yves Le Drian kir. Civîn heta niha didome.
Tê texmînkirin ku yek ji mijarên rojeva hevdîtina Mesrûr Barzanî û Le Drian rewşa Rojavayê Kurdistanê be ku ev 10 roj in di bin êrişên giran yên artêşa Tirkiyê de ye.
Wezîrê Derve yê Fransa duhî çûbû Bexdayê û piştî ku bi berpirsên Iraqî re hevdîtin kiribû, heman rojê derbasî Hewlêrê bibû û li firokexaneya Hewlêrê ji aliyê cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê, Qubad Talebanî ve hatibû pêşwazîkirin.
Le Drian duh bi şev bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiribû.
Basnews
