Serokê Konseya YE Tusk: Ev ne agirbest e, destberdan a Kurdan e
Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Donald Tusk, li Brukselê ligel Serokê Komisyona Ewrûpa Jean Claude Juncker konferansek rojnamevanî lidar xist. Tusk, rexne li rêkeftina Pence-Erdogan girt û diyarkir, ku: “Hêviya me ji bo bakurê-rojavayê Sûriye ne agirbestek tenê bi gotin bû”.
Tusk carek din bangewaz li Tirkiye kir Operasyona xwe demildest rawestîn e, rêzê li mafên mirov bigre, yasayên navdewletî bigre û anî ziman, ku: Ya di navbeyna Pence-Erdogan de hatî kirin ne agirbest, destberdan a Kurdan e.
K24
