• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Fransa civîyan

Gulan Media October 19, 2019 Nûçe
Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Fransa civîyan
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa kir.

Wezîrê Derveyê Fransa silav û rêzên Serok Macron bi Serok Barzanî ragihand û got: Eve cara hefteme serdana Kurdistanê dikim û min sozekî zêde ji bo vir heye û hatime silav û rêzên Serok Macron bi cenabê we rabigihînim û piştevaniya Fransa ji bo gelê Kurdistanê dûpat bikim.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê, bi taybet metirsiyên serhildana terorê û rewşa Bakûrê Sûriye guftûgo kirin.

Serok Barzanî ji bilî derbirîna spas û pêzanînên xwe ya ji bo rola Fransa ya li piştgîriya berdewamiya doza gelê me, carekî din dilgiraniya xwe ya di derbarê rewşê û çarenivîsa Kurd li Sûriye ji bo Wezîrê Derveyê Fransa ronahî kir û ragihand: Her çareseriyek ji bo vê rewşê bê pêşniyar kirin û li her rêkeftinek da pêwîste qurbaniyên Kurd û çarenivîsa Kurd li Sûriye li ber çav bê girtin. Carekî din jî daxwaz kir Fransa wekî dostekî herdemi ya gelê Kurdistanê û beşekî girîng ya li Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Terorê, ji bo rêgirtina li guherîna demografya navçeyên Kurdnişînên Bakûrê Sûriye û rûdana karesatan de rola xwe bibîne.

Waar.tv
Top