• Thursday, 12 February 2026
logo

Dixtorên Amerîkî: Ji ber êrişên Tirkiyê em nikarin derbasî Serê Kaniyê bibin

Gulan Media October 19, 2019 Nûçe
Dixtorên Amerîkî: Ji ber êrişên Tirkiyê em nikarin derbasî Serê Kaniyê bibin
Tîmek dixtor û nojdarên Amerîkî, ku dixwastin bo birîndaran derbasî Serê Kaniyê bibin, ji ber topbaran û êrişên artêşa Tirkiyê nikarin derbasî nav bajêr bibin.

Tîmek dixtor û nojdarên Amerîkî û Heyva Sor ya Rojavayê Kurdistanê, ji bona rizgarkirina birîndaran xwastin derbasî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bibin lê ji ber êrişên artêşa Tirkiyê nekarîn derbasî nav bajêr bibin.

Yek ji wan dixtoran bi navê David Youbang ragihand, ew niha li gundê Esediyê yê Serê Kaniyê ne lê ji ber êrişên artêşa Tirkiyê nikarin derbasî nav Serê Kaniyê bibin.

Li gorî agahiyan, otomobîlên nojdarên Amerîkî, ku endamên rêxistina Free Burma Rangers in, li bendê ne êriş bên sekinandin da ku derbasî nav bajêr bibin.

Ev di demekî de ye ku li gorî rêkeftina şeva borî ya navbera Tirkiye û Amerîkayê, lazim bû ji duh bi şev de Tirkiyê êriş daba sekinandin û agirbest hatbiba ragihandin.

Basnews
Top