• Thursday, 12 February 2026
logo

Seroka parlementoyê li gel balyozê YEê civiya

Gulan Media October 19, 2019 Nûçe
Seroka parlementoyê li gel balyozê YEê civiya
dibêje emê têkiliyên navbera her du parlementoyan bihêztir bikin
Duhê bi şev Seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayêq pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê kir.

Di civînê de behsa dîroka damezrandina parlementoya Kurdistanê hate kirin û pişt re jî her du alî behsa rewşa niha ya Kurdistan, Îraq û deverê û herwiha têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Her di heman civînê de her du alî behsa têkiliyên navbera parlementoya Kurdistanê û parlementoya YEê hate kirin û balyozê YEê li Bexdayê diyar kir ku em hewl didin daku têkiliyên navbera parlementoya Kurdistan û YEê bihêztir bikin.
Top