Serokatîya Herêmê: Kar ji bo dirustkirina federasyona Kurdistanî tê kirin
Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê li gel kesên yekê yên hemû partîyên sîyasî yên herêma Kurdistanê kom bû û rewşa Herêmê û çarekirina kêşeyan û çawanîya zêdekirina hemahengîya li gel Bexda û rewşa rojavayê Kurdistanê û yekdengîya alîyên Kurdistanî gotûbêj kirin.
Li gor ragehandineka serokatîya Herêmê: Hemû alîy hevra bûn, şîyanên xwe bêxne karî û bi yek gotarî li gel hikumeta fîdral û alîyên sîyasî yên Îraqê gotûbêjan bo gerentîkirina mafên gelê Kurdistanê di pirsên budce û çarekirina deverên derveyî îdareya Herêmê li dûv destûrî bikin.
Alîyên pişikdarî kombûna serokê Herêmê bi pêdivî zanî kar bo pêkanîna federasyona fraksîyona Kurdistanî li Civata Nûneran hate kirin.
Li dor rewşa Sûrîyê jî, alîyên Kurdistanî dupat kir ku pêdivî ye sîyaseteka ketwarî bihête bikaranîn ku parastina berjewendîyên gel û axa herêma Kurdistanê têda bin, herwesa hemû sazîyên herêmê û alîyên sîyasî şîyanên xwe yên diplomasî bêxne karî bo bi dawîanîna şerî û çarekirina kêşeyan bi rêyên aştîyane.
Waar.tv
