Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Amerîkî civiya
Îro sêşemê 15ê cotmehê me pêşwaziya alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata nêz David Schenker kir.
Di civînê de me derbarê guhertinên heyî yên li Îraq û Sûriyeyê kir û me behsa dilgiraniyên xwe yên li hember rewşa niha ya li Bakûrê Rojhilatê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û encamên rewşa han kir.
Me di berdewamiya civînê de tekez li ser vê yekê kir ku lazime dawî bi tundûtîjiya li deverê were anîn, jiber ku dom kirina şer û aloziyan li deverê de derfet bo serîhildana terorê xweş dike.
Me balkêşande ser vê yekê kir ku lazime civaka cîhanî bo vehevandina aware û penaberan yên ku jiber şer û aloziyên deverêberê xwe dane Kurdistanê, hevkariya herêma Kurdistanê bike.
Me çend pêşniyar bo çareser kirina kêşeyan pêşkêş kir û li benda vê yekê ne ku Bexda bo çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê pêngavên cidî bavêje.
