• Thursday, 12 February 2026
logo

Şanda ENKSê serdana parlementoya Kurdistanê kir

Gulan Media October 16, 2019 Nûçe
Şanda ENKSê serdana parlementoya Kurdistanê kir
behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kirin
Duh şanda ENKSê serdana parlementoya Kurdistanê kir û li gel Cîgirê Seroka parlementoyê Hêmin Hewramî civiya.

Di civînê de her du alî behsa rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê, operasiyona Tirkiye û cîhadiyan bo ser deverê kirin.

Herwiha di civînê de behsa metirsiya dubare bihêz bûna terorîstên DIŞIê li deverê de hate kirin û hate gotin ku lazime part û aliyên Kurdî li vê beşê Kurdistanê bi yek dengî û yek helwestî tevbigerin.

Cîgirê Seroka parlementoyê herwiha diyar kir ku îro dîsa parlementoya Kurdistanê li ser vê mijarê dicive û helwesta xwe bi fermî bo raya giştî eşkere dike.
Top