PKK: Helwestê Herêma Kurdistanê bo rojava giring bû
Komîteya rêveber ya partîya karkerên kurdistanê PKKê di daxuyanîyeka nivsîkî da ragehand: Di Şerê Dinyayê yê Yekemîn de Kurdistan kiribûn çar parçe, niha jî amajeyên cenga sêyê ya cîhanî li rojavayê Kurdistanê hene.
Got jî: Êrişa Tirkîyê li rojavyê Kurdistanê, zêdebarî nakokîyan; Hemû gelê Kurd li hev kom kirin û bi taybet helwestên fermî yên herêma Kurdistanê û partîyên wê yên sîyasî giring bûn û karîgerîyeka mezin li morala welatî û şervanên rojava kir.
PKKê herwesa ragehand: Gelê Kurd ji mêj were daxwaza kongreyekê neteweyî dike û niha jî delîveyeka başe, ku alîyên sîyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê û rewşenbîr û hunermendên gelê Kurd di çarçûveyekê guncayî da li hev kombibin û di biryarên neteweyî da hevkar bin.
Waar.tv
