• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeka Brîtanya kir

Gulan Media October 15, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeka Brîtanya kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeka Brîtanya bi serokatiya general John Lorimer kir.

Îro danê sibê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li şêwirmendê serbazî yê hikûmeta Brîtanya di karûbarên Rojhilata Navîn de, general John Lorimer û şanda pê re kir.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî spasiya Brîtanya û hevpeymaniya navdewletî kir ku di şerê terorê de alîkariya Kurdistan û Iraqê kirin û ragihand, bo parastina destkeftên wî şerî pêwîst e piştevaniya Brîtanya û civaka navdewletî bidome.

Serokê Herêma Kurdistanê di mijara pêkanîna reforman di Wezareta Pêşmerge de jî ragihand, piroseya reforman didome û spasiya Brîtanya û hevpeymaniya dewletî kir ku di wî warî de alîkariya Herêma Kurdistanê dikin.

Di civînê de, ku Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û konsolê giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê, James Thornton jî amade bûn, behsa girîngiya hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê li deverên kêşedar û şerê li dijî terorê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Iraqê, rewşa Sûriyê û êrişên Tirkiyê li ser rojhilatê Firatê bi taybet rewşa mirovî li wir hatin axaftin.

Basnews
Top