Erdogan sînorê “herêma ewle” diyar dike
Li perawîza civîna heftemîn a “Encûmena Tirkiyê” a Tirkîaxêv ku li Bako Paytexta Azirbeycanê birêve çû, Serokomarê Tirkiyê ragihand, nêzîkî 4 milyon Sûrî li Tirkiyê ne û wan 40 milyar Dolar lê xerc kirine.
Got jî: “Em dixwazin herêma ewle bi dirêjahiya 444 K.M ji rojava ta rojhilat û bi kûrahiya 32 K.M ji bakur ta başûr dirust bikin û penaberan lê bicih bikin.
Artêşa Tirkiyê ji roja 9ê Cotmehê ve dest bi êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kir. Niha bombebaran, topbaran û şerê bejahî bi giranî li Serê Kaniyê û Girê Sipî rû didin.
