• Thursday, 12 February 2026
logo

Nancy Pelosi: Trump xiyanet kir û cezayên li dijî Tirkiyê kêm in!

Gulan Media October 15, 2019 Nûçe
Nancy Pelosi: Trump xiyanet kir û cezayên li dijî Tirkiyê kêm in!
Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi dîyar kir ku berpirsê bûyerên li Sûrîyê, Serok Donald Trump e û da zanîn ku cezayên li dijî Tirkîyê kêm in.
Pelosi li ser cezayên dijî Tirkîyê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Pelosi got: ‘’Serok Trump rê li ber zêdebûna alozî û bêseqamgiriyê li Tirkîyê vekir. Paketa cezayan a dijî Tirkîyê, bo rawestandina pirsgirêka mirovî ya çêbûye, kêm e’’

Pelosi da zanîn ku Trump li Kurdan ‘’Xiyanet kiriye’’ û dîyar kir ku biryarên Trump ên ‘’bêteşe’’ bo îstiqrara û seqamgiriya herêmê rîskan çêdikin û zararê didin bawerîya bo Amerîka.

Basnews
Top