• Thursday, 12 February 2026
logo

Li 3 bajaran operasyon 5 hevşaredarên HDPê hatin binçavkirin

Gulan Media October 15, 2019 Nûçe
Li 3 bajaran operasyon 5 hevşaredarên HDPê hatin binçavkirin
Li gor agahîyan hêzên ewlehîyê serê sibê li ser mala hevşaredarê şaredarîya Colemergê Cihan Karaman de girt û ew girtin binçav de.
Ji aliyê din ve di heman demê de li Erdişa navçeya Wanê û Nisêbina navçeya Mêrdinê ji operasyon hatîn pêkanîn. Di encamê de hevşaredarên Erdişê Yildiz Çetin û Bayram Çiçek hevserokên HDPê yên Erdişê Şakir Asil û Hucret Kandemir, hevşaredarên Nisêbinê Semire Nergiz û Ferhat Kut û endamê meclisa şaredarîya Nisêbinê Mehmet Emin Alkan hatine desteserkirin.

Hêjayê gotinê ye ku hêj sedema binçavkirina wan ne hatîye eşkere kirin, belê tê gotin ku ji ber parvekirinên medya civakî yên li dijî derketina êrîşa rojavaye.

Waar.tv
Top