Heyva Sor a Kurd: 165 sivîl şehîd bûne
Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê ser gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê 165 welatiyên sivîl şehîd bûne, di nava wan de 11 zarok û 35 jin hene.
Herwiha da zanîn, di çarçova êrîşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve, ambulanseke Desteya Tenduristiyê ligel tîma wê ya bijîşkî hat revandin û ta niha çarenîsa wan ne diyar e.
Amaje bi wê yekê jî kir, mîlîşyayên ser bi artêşa Tirkiyê ve destê xwe danî ser kampa Mebroka ku 15 malbat tê de bûn, ta niha çarenivîsa wan neyê zanîn.
Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ên ser bi wê ve, ji roja 9ê vê mehê dest bi êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê li rojhilatê Firatê kirin û bi firoke û topan gund û bajaran bombebaran û topbaran dikin.
