QAMIŞLO - Jina Kurd Îman dema ku rastî êrişê hat zarokê wê di dest de bû
Welatiyên li ser Hîzam dibêjin, zaroka Îman di destê wê de bû, xwestibû li otombilê siwar bibe, lê qenasên Tirkiyê ji Nisêbînê gule berdane wê, zaroka wê ji destê wê dikeve û bi sivikî birîndar dibe.
Sînorekî aloz di navbera du perçeyên Kurdistanê de dibe sedema nearamiya rewşa welatiyên ku malên wan li nêzîkî sînor in.
Ji xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê li bi qenasan jina Kurd Îman armanc girtin. Di encama wê êrişê de Îmanê canê xwe ji dest da.
Welatiyê bi navê Kamîran Hesen Ehmed, guleyên ku ji aliyê turkiya vê têne avêtin li cem xwe kom kirine, wî bi xwe jî Îman îsaf kiriye.
Kamîran Hesen Ehmed, dibêje, “Gelek kes derketibûn. Serê sibehê em derketin ser cadeyê me dît, 6-7 seyareyên Amerîkayê derbas bûn, kêfa me hat, her kes derketin. Em gihiştin ber deriyê xwe qenas şixûlandin. Ew daketin ber deriyê xwe û qenas dan şixûlandin. Îman zaroka wê di destî de bû, dibînin ku sivîl, ji bo çi êrişî wê jinê kirin û ew kuştin.”
Îman jineke Kurd e, şensê wê yê xirap hişt ku mala wê li ser sînor be, ev kurê wê ye, li ser destê wê bû dema hat kuştin, ew jî ji destê dayika xwe dikeve, dibe ku di pêşerojê de ev bûyer neyê bîra wî, lê çîroka nebûna daiyka wî wê bimîne heta hetayê.
Zilam li bavê Îmanê Dr. Mihemed Şerîf Mihemed ku sefîrê aştiya cîhanî li sûriyê bû, kom bûne, ew bi xemgînî behsa rewşa siyasî dikin.
Bavê Îmanê Dr. Mihemed Şerîf Mihemed dibêje, “Li sivîlan û malan dixe, xelkê Qamişlo bê çekin, guleyek teqîner bû, di cî de kuşt û nehişt çavê xwe veke.”
Ne tenê Îman, li gor amarên Heyva Sor a Kurdî heta niha 100 welatiyên sivîl ji dema destpêkirina operasiyona serbazî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bûne qurbanî.
Rudaw
