Trump: Weke 16ê Cotmehê li Rojava jî piştevaniya ti aliyan nakin
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesaba xwe ya Twîtterê got, “Beriya salan di heyamake ku Iraqê dixwast li dijî Kurdan şer bike, gelek kesan dixwastin ku em mil bi milê kurdan li dijî Iraqê şer bikin, di heyameke ku em kêmek berî wê li gel wan di yek di yek sengerê de bûn û min got ‘na’ û Kurdan jî şer nekir, du caran wisa kirin, niha heman tişt ji Tirkiyê dubare dibe.”
Donald Trump herwiha di twîtên xwe de tekez kir ku Amerîka naxwaze bibe beşek şerê di navbera Kurd û Tirkan de û dibêje ku ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin. Trump ragihand, “Tirkiye û Kurdbo çend sal eli dijî hev şer dikin. Tirkiye PKKê weke xeraptirîn terorîst dizane. Dibe ku aliyên bixwazin bikevin navberê û bo aliyekê şer bikin. Bihlên bila wisa bikin. Em vê rewşê ji nêzîk ve dişopînin. Şerên bêdawî!”
Rudaw
